Li Makedonyayê lehî rabû: Herî kêm 21 kes mirin
Li welatê Balkanan Makedonyayê lehî rabû û ji ber ê karesatê herî kêm 21 mirin.
Li welatê Balkanan Makedonyayê lehî rabû û ji ber ê karesatê herî kêm 21 mirin.
Li paytext Uskup û derdora wê, ji ber barana zêde lehî rabû. Xisara ev lehî li derdorê dike, zêde dibe. Duh li Uskup û derdora wê, rewşa lezgîn hat îlankirin. Li gorî agahiyan, bi tenê li paytext Uskupê herî kêm 21 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber lehiyê bi qasî 60 kes jî birîndar bûn. Fikar hene ev bîlanço girantir bibe.
Tê gotin, barana zêde û bayê dijwar herî zêde bang li taxên derveyî bajêr ên li bakurrojhilat kirine.