Li bajarê Nîce yê Fransayê piştî ku êrîşkarê bi navê Mûhammed Boûhlel bi kamyonê berê xwe da ser girseyê û qetlîam pêk anî, Festîvala Jazz a Nîce û konserta Rîhanna hatibûn betalkirin. Di nav aktîvîteyên hatin betalkirin de partiya bi navê Prom’Party û Cejna Benderê (fete de port) ên ku dihat plankirin wê 15-25’ê Tebaxê bên lidarxistin jî hene.
Lê hêjayî gotinê ye ku ji bilî Nîceyê jî li gelek navendan aktîvîteyên havînî hatin betalkirin.
Li Lîlle ku ji bajarên mezintirîn ê Fransa ye, piştî hevdîtina Serokê Şaredariyê Martîne Aûbry û waliyê bajarê Nordê, aktîvîteya bi navê ‘bazara bîtê’ jî hate betalkirin. Sala bihurî nêzî 2 mîlyon û nîv kes tevlî aktîvîteya li Lîlle bibûn, îsal jî biryar hat dayîn ku ‘ pêkanîna ewlehiya maksîmûm’ bêîmkan e.
Bi heman şiklî, pêşendana leşkerî ya hewayî ya bi navê Patrouille de France jî ku 13’ê Tebaxê wê li bajarê Marsîlya bihata lidarxistin, wê îsal çênebe. Sala bihurî 100 hezar kesî li pêşendanê temaşe kir, ji bo îsal tê gotin ku nêzî 10 hezar leşker ji ber di çarçoveya Operasyona Sentînelle de li seranserî welêt li ser erkê ne, wê bi awayekî têrker neyê parastin.
Li paytext Parîsê jî ji bilî plaja havînî ya li ava Seîne, gelek aktîvîteyên girîng hatin betalkirin.
Dîsa, biryar hate dayîn ku pêşendanên fîşekan ên ku li gelek navendan di mehên havînî de tên lidarxistin îsal pêk neyên.