Zerara DAIŞ'ê daye Fransayê 3 mîlyar Euro ye

Li Fransayê, ku di nava 9 mehên dawî de zêdeyî 200 kesî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dane, êrîşên terorîstî derbeke giran li tûrîzmê xistine.

Musteşarê hikûmeta Fransayê yê ji tûrîzmê berpirsyar Matthîas Fekl da xuyakirin, ku hejmara tûrîstên biyanî yên ji destpêka vê salê û vir ve hatine Fransayê, ji sedî 10 kêm bûye. Fekl diyar kir, ev kêmbûn ji ber êrîşan e.

Paytext Parîs, di tûrîzma Fransayê de xwedî cihekî girîng e. Li vî bajarî, rêjeya tijîbûna otelan, par ji sedî 88 bû, lê îsal daket ji sedî 78'an. Ev kêmbûn, bi kêmbûna hejmara tûrîstên biyanî tê vegotin.

Tê gotin, hejmara tûrîstên DYA û Brîtanyayî yên hatine paytext Parîsê, di rêjeya ji sedî 19 heta 23'an de kêm bûye.

Li gorî hesabên buroya şêwirmendiyê ya bi navê Protoûrîsme, bi tenê di nava 7 mehên îsal de, ji ber ku kêmbûna tûrîstan bi qasî 3 mîlyar Euro xisar li Fransayê bûye. Tê payîn ev kêmbûn di hefteyên pêş de, ji ber betalbûna çalakiyên havînê ya ji ber ewlekariyê û grevên li rêyên bejahî, zêdetir bibe.