Bi sedan penaberan polîtîkaya penaberiyê ya Swêdê şermezar kirin

Bi sedan penaber ji bajarên cuda yên Swêdê hatin Stockholmê û duh êvarê li meydana li pêşberî parlamentê xwepêşandanek lidar xistin. Di çalakiyê de polîtîkaya penaberiyê ya Swêdê hat şermezarkirin.

Penaberan dan xuyakirin, ku ew ê bi şev li Stockholmê bimînin û çalakiyên xwe yên şermezarkirina hikûmeta Swêdê bidomînin, ku hikûmet dixwaze bi guhertinên qanûnî mafên penaberan ji holê rake.

Ji organîzatorên xwepêşandanê Rasha Daoûd ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT re axivî û got, „Ez fêm nakim bê ev qanûn çawa ji aliyê parlamentê ve hat qebûlkirin. Divê em li hemberî vê tiştekî bikin. Em nikarin bêdeng bimînin.“

Ev qanûna ku hemû rêxistinên civakî yên sivîl û mafên mirovan li dij in, mafên penaberan kêm dike, bi giranî ji holê rake. Tevî vê yekê jî hikûmetê ev qanûn li parlamentê dabû qebûlkirin.

Ji bilî Partiya Çep û partiya navendî, hemû partiyên din destek dan vê qanûnê. Li gorî qanûna nû, li şûna mafê rûniştinê, destûra mayînê ya 3 salan tê dayîn, ku ev yek demkî ye. Her wiha ji bo penaber karibin malbatên xwe bînin cem xwe, divê xwedî hatineyeke karibe pê malbata xwe xwedî bikin û xaniyê lê vehewîne hebe. Ji bo pêşî li hatina penaberan were girtin, kontrolên li ser sînorê Swêdê tên zêdekirin.

Ev qanûna di 20’ê Tîrmehê de ket meriyetê wê 3 salan li meriyetê bimîne.