Li Brezîlyayê 10 kesên plan dikirin êrîşî Olîmpiyadan bikin hatin girtin

Beriya Olîmpiyadên di 5'ê Tebaxê de destpê bikin, hat ragihandin ku li Brezîlyayê 10 kesên amadekariya êrîşê dikirin hatine girtin.

Wezîrê Edaletê yê Brezîlyayê Alxandre Moraes da xuyakirin, ku wan komek li ser înternetê xwe bi rêxistinê dikir û destek dida DAIŞ'ê tespît kirine û jê bi guman in ku amadekarî dikirin ji bo êrîşî Olîmpiyadan bike. Moraes diyar kir, temamiya kesên hatine binçavkirin welatiyên Brezîlyayê ne û anî ziman, ev kes bi rêya înternetê têkilî bi hev re datanînin, lewma xuya ye 'komeke amator' e.

Wezîrê Edaletê destnîşan kir, ku desteka hin endamên vê komê ji bo çeteyên DAIŞ'ê zelal e.

Hat tespîtkirin ku vê komê bi navê 'parêzvanên şerîatê' xwe li înternetê bi rêxistin kiriye û ji bo çekan bikire, li malpereke înternetê ya li Paragûayê lêgerîn kiriye. Lê nehat tespîtkirin bê endamên komê çek kirîne yan na.

Olîmpiyad wê di 5'ê Teabxê de li Rîo de Janeîro destpê bike.