Swêd li xwe mikur hat: Li dijî DAIŞ'ê em ne serketî ne

Alîkarê Musteşarê Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) Johan Sjoo, ji rojnameya Dagen Nyheter re axivî û li xwe mikur hat kir, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ew ne serketî ne.

Sjoo da xuyakirin, ku gefa terorê ya li hemberî Swêdê zêde dibe, ev gef ji hundir ve tê û diyar kir, ji bo wergirtina tedbîrên li hemberî kesên li nava refên DAIŞ'ê şer kirine û vegeriyane Swêdê, wan alîkariya pere ji hikûmetê xwestine. Li ser mîqdara vê alîkariyê ti agahî neda.

Di hevpeyvînê de Sjoo qebûl kir, ku di têkoşîna li dijî peydakirina endaman ji DAIŞ'ê re û diyarkirina kesên desteka madî didin vê rêxistinê, ew ne serketî ne.

Rojnameya Dagens Nyheterê jî ragihand, ku di nava sê salên pêş de hikûmet wê bi çend mîlyon Kronî destê bide Sapo.

Piştî ku qanûna kesên li nava DAIŞ'ê û rêxistinên mîna wê şer kirine krîmînalîze dike di 1'ê Nîsanê de ket meriyetê, hikûmetê bi 60 mîlyon Kronî alîkarî dabû Sapo.

Sjoo da zanîn, ew ê ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê bi stratejiyeke din bimeşînin, zêde giraniyê nedin nepenîtiyê û bi saziyên li hemberî sûcên gumruk, bac û aboriyê têdikoşin hîn bêhtir hevkariyê bikin.