Nûnerên welatên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê wê li Swêdê li hev bicivin

Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hûltqvîst ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) re ragihand, welatên di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin, wê roja 20'ê Îlonê li Swêdê li hev bicivin.

Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hûltqvîst ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) re ragihand, welatên di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin, wê roja 20'ê Îlonê li Swêdê li hev bicivin.

Li ser mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) civînek di asta navneteweyî de hat lidarxistin. Li ser navê Swêdê Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom û Wezîrê Parastinê Peter Hûltqîvst beşdarî civînê bûn.

Hûltqîvst di axaftina xwe ya li civînê de ragihand, di şerê il dijî DAIŞ'ê de serketinên mezin bi dest ketine û diyar kir, gelek herêm ji destê DAIŞ'ê hatine derxistin û ev rêxistina terorê hatiye qelskirin.

Hûltqîvst di daxuyaniya xwe ya ji bo TT de anî ziman, ku mijarên rizgarkirina Mûsil û Reqqayê jî di civînê de hatine nirxandin û da zanîn, ku di demeke nêz de pêkane li hemberî van her du bajaran operasyon were kirin.

Wezîrê Parastinê, bal kişand ser pêwîstiya bi zêdekirina alîkariya leşkerî ji bo kaolîsyonê û diyar kir, eger parlamenta wan erê bike, ew ê hejmara leşkerên xwe yên pispor ên li Iraqê ji 35'an bikin 70.