Koreya Bakur: Me sîmulasyona êrîşa li dijî hedefên DYA yên li Başûr kir

Rêveberiya Koreya Bakur, ku ji ber ceribandinên xwe yên li ser çeka nukleerî di rojeva civaka navneteweyî de ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan sîmulasyona êrîşa nukleerî ya li hemberî hedefen DYA yê li Başûrê Koreyê kirine.

Ev daxuyanî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Koreya Bakur KCNA ve hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ceribandina duh a 3 fuzeyên balîstîk li hemberî yekîneyên leşkerî yên Amerîkî yên li Koreya Başûr e. Hat gotin, sîmulasyona êrîşê ya li hemberî balafirgeh û bendergehên yekîneyên Amerîkî lê ne, hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, di sîmulasyonê de taybemtendiyên sîstema teqînê ya serikê nukleerê yê li fuzeyên balîstîk hatine ceribandin.

Ev duze duh saetek bi navberê, avêtin Derya Japon û hat ragihandin ku ev yek weke nerazîbûnek li daxuyaniya DYA ku dixwaze mertalê fuze li Koreya Başûr bi cih bike, hatiye kirin. Di vê testê de 2 fuzeyen Scud ên menzîl dirêj û fuzeyeke Rodong a menzıla wê navîn e, hatin ceribandin.

Piştî van ceribandinan Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon Ferhan Haq mesajek weşand û endîşeyên xwe yên ji ber ceribandina nukleerî bilêv kir.