Hin taxên Parîsê ji koçberan hatin valakirin

Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo koçberên bi mehan e li nava kolanan dijîn stargehek nehatiye dîtin. Polîsan duh operasyoneke mezin pêk anîn û bi hezaran koçber tehliye kirin.

Operasyona valakirinê ya duh danê sibehê li taxên X û XIX. ên li bakurê Parîsê destpê kir, heta danê êvarê dewam kir. Hat gotin, di encama vê operasyonê de 2 hezar 628 koçberên li derve dijiyan, bi zorê hatin derxistin.

Li gorî agahiyan, polîsan bi dehan otobusan ev koçber birine herêma Ile-de-France û ew şandine wargehan.

Tê gotin, operasyona duh a valakirinê mezintirîn operasyona sala dawî ya li Parîsê ye. Piraniya koçberên hatin tehliyekirin ji Erître, Somalî û Afganîstanê hatine.

Li Parîsê, herî dawî 1.855 kesên li parka bi navê Jardîn D'Ecole dijiyan, di meha Hezîranê de hatibûn tehliyekirin.