Rewşa lezgîn a li Fransayê bi 6 mehên din tê dirêjkirin

Pêkanîna 'Rewşa lezgîn' a ku piştî komkujiya 13'ê Mijdara 2015'an hat ragihandin û bi komkujiya Nice ya 14'ê Tîrmehê ve ji nû ve ket rojevê, bi 6 mehên din tê dirêjkirin.

Hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) dixwest, pêkanîna rewşa lezgîn ji dawiya vê mehê û pê ve bi 3 mehên din dirêj bike. Lê ji ber zexta Komarparêzên bi lîderiya Nîcolas Sarkozy, wê bi 6 mehên din were dirêjkirin.

Pêşnûmeya di vê der barê de, duh li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsa Neteweyî hat qebûlkirin û ji bo erêkirinê ji Civata Giştî re hat şandin. Piştî dengdana li vê derê, tê payîn îro pêşkêşî Senatoyê were kirin.

Ev "rewşa lezgîn" ku pêkanîne kêmî 'rewşa awarte' ye, piştî êrîşên 13'ê Mijdara 2015'an ên li Parîsê ku 130 kesî jiyana xwe ji dest dan, hatibû ragihandin. Di vê çarçoveyê de bi biryara otorîteyên erkdar, bi hêsanî lêgerîn tê kirin û mirov li malên xwe dikarin bên ragirtin.

Serokwezîr Manûel Valls jî roja Duşemê daxuyaniyek da û ragihand, ku dema Operasyona Sentînelle ku derfetê dide 10 hezar leşker li kolanên welêt wezîfeyê bike, tê dirêjkirin.

Yekîneyên leşkerî wê li ser sînoran, li garên trenê, balafirgeh û li qadên xwepêşandanên mezin ên havînê wezîfeyê bikin.

Li bajarê Nice yê Fransayê, di dema pîrozbahiyên 14'ê Tîrmehê de êrîşkarekî bi qemyonê dabû nava girseya gel û 84 kes bi hovane qetil kiribû. Êrîşkar piştre ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.