Polîsê Elman piştî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir, armanca êrîşkar nehatiye diyarkirin û ji wan heye ku êrîşkar bi tena serê xwe tevgeriya ye. Operasyonên li Munchenê nîvê şevê bi temamî qediyan.
Li sûka Olympîa ya li bajarê Elmanya Munchenê, dengê çekan ji nava xwaringeha McDonald'sê hatibû û gelek polîs û yekîneyên taybet dest li bûyerê werda bûn. Duh êvarê saet di 17:50 de, kesekî gule li derdorê direşand û dîmenên bûyerê ji aliyê mirovên li herêmê ve hatibûn kişandin.
Hat texmînkirin, ku di bûyerê de êrîşkarek hatiye kuştin, herî kêm 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Cesedên 8 kesan li nava vê sûkê, cenazeyê tê gotin ê êrîşkar e bi kîlometreyekê li cihekî dûrî sûkê hatibû dîtin.
Di êrîşê de herî kêm 21 kes jî birîndar bûn.
TÊ GOTIN, ÊRÎŞKAR ÎNTIXAR KIRIYE
Piştî bûyer hat bihîstin, bi şev daxuyanî hatin dayîn û hat gotin, dibe ku êrîş ji aliyê 3 kesan ve hatibe kirin û êrîşkar reviyan e. Lê belê piştre daxuyanî hat dayîn, ku êrîş ji aliyê kesekî bi tenê ve hatiye kirin.
Li gorî nûçeya ku Polîsê Munchenê ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand, kesê cesedê wî bi kîlometreyekê dûrî vê sûkê hatiye dîtin, întixar kiriye. Polîs ragihand, pêkane ev kes ew kesê êrîş kiriye.
Lê belê Wezareta Karên Hundir a Eyaletê di wê baweriyê de ye, ku her çend tê gotin êrîşkar kesekî bi tenê jî, hê xeterî nebuhiriye.
Danê êvarê, di serî de seferên trenan hemû seferên otobus û seferên wesayîtên din ên girseyî hatin sekinandin. Bang hat kirin ku şêniyên bajêr ji malên xwe dernekevin. Rewşa terorê ya lezgîn a li bajêr ha tragihandin, heta nîvê şevê dewam kir. Ji gel hat xwestin, ji bo pêşî li operasyonan negire, dernekeve kolanan.
Ev seferên wesayîtên birin û anîna girseyan, nîvê şevê saet di 1'ê de careke din hatin destpêkirin.
ÊRÎŞA DUYEMÎN A LI ELMANYAYÊ
Hînê zelal nebûye bê êrîşa li Munchenê êrîşeke terorîstî ye yan na. Li Elmanyayê, ev pênc roj in du êrîş tên kirin. Di 18'ê Tîrmehê de li bajarê Wurzbûrg ê eyaleta Bavyerayê, penaberekî 17 salî bi kêr û bivir êrîşî rêwiyên li trenekê kiribû û di operasyona polîsan de hatibû kuştin.
Tevî dîmenê ku êrîşkar beriya hewldana komkujiyê parve kir, piştî êrîşê DAIŞ'ê ev êrîş li xwe girt. Lewma îdîayên ku dibêjin 'Dibe ku Elmanya hedefa nû ya çeteyan be' ji nû ve ketin rojevê.
Tê zanîn çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Nice yê Fransayê û bajarê Orlando yê DYA bi êrîşên yek kesî ve 143 kes qetil kiribû.