NY ji bo muzakereyên Sûriyeyê dixwaze dîrokek di meha Tebaxê de diyar bike

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra, da xuyakirin ku ji bo li Cinêvê muzakereyên nû destpê bikin bala xwe dane meha Tebaxê.

Beriya hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra got ji bo ‘şerê li Sûriyeyê bê bidawîkirin’ hewl didin muzakereyan di meha bê de bidin destpêkirin.

De Mîstûra destnîşan kir ku muzakere dikarin meha bê li Cinêvê ji nû ve destpê bikin, got ji bo derbaskirinek siyasî, ji bo ‘tevdîtên pêbawer û teqez’ bên girtin jî ji bo aliyan wê alîkar be.

Staffan de Mîstûra diyar kir ku 3 hefteyên pêş ji bo aliyên li Sûriyeyê li hev bicivin pir girîng e, destnîşan kir ku ji bo di heman demê de şer jî kêm bibin, hefteyên bên girîng in.

Staffan de Mîstûra anî ziman ku lihevhatina 15’ê Tîrmehê ya mabeyna wezîrên karên derve yên DYA û Rûsya jî wê ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyan tevkariyê bike.