'Qanûna Kar' a nû ya Fransayê hat qebûlkirin

Qanûna Nû ya Kar a Fransayê, ku zêdeyî 5 meh in di rojevê de ye û her roj bi xwepêşandanan hat şermezarkirin, bi temamî bû qanûn.

Qanûna Nû ya Kar a Fransayê, ku zêdeyî 5 meh in di rojevê de ye û her roj bi xwepêşandanan hat şermezarkirin, bi temamî bû qanûn.

Qanûn piştî nîqaşên duh ên li Meclîsa Neteweyî hatibû qebûlkirin. Hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS), li hemberî dibetiya redkirinê, bi rêya xala 49.3 a Destûra Bingehîn, bêyî pêşkêşî dengdanê bike qanûn qebûl kir.

Eger heta danê nîvro ti pêşnûmeya baweriya xwe bi qanûnê nîne neyê pêşkêşkirin, wê qanûn bi temamî hatiye pejirandin.

Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst Françoîs Hollande îdîa kiribû, ku ji bo kêmkirina bêkariyê, reforma di Qanûna Kar de 'şert' e.

GELEK MAFÊN KARKERAN JI WAN TÊN STANDIN

Bi vê qanûna nû ve wê karsaz karibin bi hêsanî karkeran ji kar derxînin, saetên xebatê zêde bikin û ji bo van saetên zêde jî pereyekî kêm bide. 

CFDT ne di nav de, hema hema temamiya sendîkayên li vî welatî li dijî vê qanûnê derketin. Bi vê armancê bi pêşengiya ciwan û xwendekaran li gelemperiya welêt xwepêşandanên şermezarkirinê hatibûn lidarxistin.