Fikar zêde dibin ku komkujiya li Nice plankirî û rêxistinkirî ye
Lêpirsîna li ser komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê, ku 84 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, dewam dike. Fikar zêde dibin ku 5 kesên hatine binçavkirin rola xwe di komkujiyê de hene.
Lêpirsîna li ser komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê, ku 84 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, dewam dike. Fikar zêde dibin ku 5 kesên hatine binçavkirin rola xwe di komkujiyê de hene.
Bi gumana ku bi Mohammed Lahoûaîej Boûhlel ê komkujî pêk aniye têkiliya xwe heye, der barê 5 kesên hatine binçavkirin de doz hat vekirin û ji bo demekê ragirtina van hat xwendin. Du ji van kesan ji Arnavût û sê jî ji Tûnisê ye.
Li aliyê din, tê gotin dema 'radîkalbûyîna' Mohammed Lahoûaîej berevajî texmînan, kevntir e. Li gorî agahiyên Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns, Mohamed Oûalîd G. ê di binê çavan de ye, di nava salekê de 1.278 caran bi rêya telefonê li Boûhlel geriya ye û piştî komkujiya Charlîe Hebdo, mesajek pesnê komkujiyê dide, şandiye. Ev yek jî nîşan dide ku Boûhlel ji zûdeyî têkiliya xwe bi hêzên tund re heye
Yek ji gumanbaran jî Chokrî C. ye, ku şopa vî kesî di qemyona êrîş pê hat kirin de hatiye dîtin û wêneyê wî yê li hundirê vê qemyonê hatiye kişandin, derketiye holê. Hat tespîtkirin ku 3 gumanbarên din jî ji bo peydakirina çekê ji Boûhlel re, xebitîne.
Li aliyê din, polîsên Fransayê duh di operasyona li bajarê Argenteûîlê de kesek hat binçavkirin. Lêpirsîna vî kesî dewam dike.