Di navbera Berberiyan û komên alîgirê Malî de şerekî dijwar diqewime

Li Malî, di navbera Berberiyên ji bo azadiyê têdikoşin û komên ser bi hikûmetê de, şerekî dijwar diqewime.

Li bakurê Malî, ji bo kontrolkirina Azawadê ku weke welatê Berberiyan tê naskirin, şer diqeiwme. Li bajarê Kîdal ê li bakurê welêt, di navbera Konseya Bilind a Yekîtiya Azawad (HCUA) ku Berberiyên alîgirê serxwebûnê jî di nav de ye û komên ser bi hikûmetê de, şerê li kolanan diqewime.

Li gorî agahiyan, şer di navbera milîtanên koma xweparastinê ya Tûareg (Berberî) ya ser bi HCUA û koma Gatîa ku Berberiyên alîgirê hikûmetê jî di nav de ye, diqewime.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin, şer li nava kolanan diqewime û gelek kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Malî ya ji 14 mîlyon kesî, tê texmînkirin bi qasî 1 mîlyon Berberî dijîn.