Li Derya Spî 22 penaber mirin, piraniya wan jin in
Drama penaberên di ser Derya Spî re dixwazin derbasî Îtalyayê bibin her dewam e. Di operasyonên duh de 22 cenaze hatin dîtin ku 21 ji van cenazeyên jinan e.
Drama penaberên di ser Derya Spî re dixwazin derbasî Îtalyayê bibin her dewam e. Di operasyonên duh de 22 cenaze hatin dîtin ku 21 ji van cenazeyên jinan e.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), bota plastîk a zêdeyî 200 penaberên berê xwe dan Îtalyayê, li nêzî peravên vî welatî noqî binê avê bû. Hat ragihandin, cenazeyên 21 jinan û zilamekî ji deryayê hatine derxistin.
Di daxuyaniya MSF'ê de li ser detayên bûyerê agahî nehat dayîn. Hat ragihandin, zêdeyî 200 penaberên hatine rizgarkirin jî bi keştiyan ji nava avê hatine derxistin.
Wekî din, li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), hejmara penaberên ji destpêka vê saetêh eta 18'ê Tîrmehê roja Duşemê di ser Derya Spî re hatine Îtalyayê, 79 hezar 861 e. Par di heman demê de 83 hezar 119 penaberan xwe gihandibûn Îtalyayê.
Li gorî daneyên IOM'ê, ji destpêka vê salê ve hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, yan jî winda bûne 3 hezar derbas kiriye.