Tevgera nîjadperest Pegîda bû partî

Tevgera Pegîda ku di dawiya sala 2014'an de l Elmanyayê weke dijberê koçberî û Îslamê derket holê, biryara partîbûnê da. Partiya 'Dijberiya Îslamê' wê 'nebe' hevrikê partiya rastgir-populîst AfD'ê.

Tevgera li dijî biyaniyan û Îslamê di sala 2014'an de bi navê Ewropiyên Welatparêz ên li dijî Îslambûna Rojava (Pegîda) ava bû, roja Duşemê li bajarê Dresdenê bi beşdariya 2 hezar 500 kesî meşek lidar xist. Ji bo vê koma nîjadperest a li Wîenerplatzê li hev civiyan, damezrînerê Pegîda Lûtz Bachmann axivî û diyar kir, wan partiya bi navê Partiay Gel a ji bo Demokrasiya Yekser û Azadiyê (FDDV) ava kirine.

Bachmann ragihand, FDDV di 13'ê Hezîranê de hatiye damezrandin û anî ziman, li hemberî xeteriya qedexekirina Pegîda wan gaveke bi vî rengî avêtine.

Bachmann da zanîn, FDDV wê di hilbijartinên sala 2017'an de bi tenê li hin herêmên hilbijartinê namzetan nîşan bide û destnîşan kir, ku partiya wan wê bi ti awayî li hemberî partiya rastgir-populîst Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) 'nebe' hevrik.

Lûtz Bachmann da xuyakirin, ku ew ê destekê bidin AfD a bi gotinên xwe yên li dijî penaberan ev du sal in li gelek eyaletan dengê xwe zêde kiriye û got, AfD'ê fêm bikiriye ku 'kengî bi Pegîda re bû yek wê çaxê wê serketî be'.