Li Derya Spî drameke nû rû da: 17 penaber xeniqîn

Drama penaberên hewl didin di Derya Spî re ji Bakurê Afrîkayê xwe bigihînin Îtalyayê, dewam dike. Di operasyonên duh de zêdeyî hezar penaber hatin rizgarkirin. Lê belê herî kêm 17 cenaze hatin dîtin.

Keştiyên dewletên Ewropa yên li Derya Spî xebatên rizgarkirinê dimeşînin û keştiyên saziyên alîkariyê, duh 1.128 penabe rizgar kirin. Ji bo destekê bidin yekîneyên ewlekariya peravan ên Îtalyayê, saziyên alîkariyê yên Îngilîz, Îrlanda û Elman jî tevlî operasyonê bûn. Di vê operasyonê de cesedên 17 penaberan ji nava avê hatin derxistin.

Ev penaberên li perava nêzî Sîcîlyayê hatin rizgarkirin, hewl didan bi 5 botên plastîk û 3 keştiyan xwe bigihînin Îtalyayê.

Hejmara penaberên ji roja Sêşeme û vir ve li peravên Îtalyayê hatine rizgarkirin 4 hezar 500 derbas kir. Roja Çarşemê jî cenazeyên 22 penaberan hatin dîtin, ku 21 ji van ên jinan bûn.

Piştî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, koça penaberiyê li şûna Yewnanîstanê di ser Îtalyayê re dewam kir. Hejmara penaberên ji destpêka vê salê û vir ve xwe gihandine Îtalyayê 80 hezar e. Bi qasî 3 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji sala 2014'an û vir ve hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan, 10 hezar derbas kir.