Hikûmeta Swêdê, ku nexwest çekan bide Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, biryar da bi buhayê 11 mîlyar Kronî çekan bifiroşe Emaretiyên Ereb ên Yekbûyî, ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi sûcê şer tê tawanbarkirin.
Li gorî qanûn û rêvebernameyên li Swêdê, qedexe ye ji welat an jî aliyên mafên mirovan binpê dikin an jî şer dikin re çek were firotin. Hikûmetê, daxwaza dayîna çekan a ji bo Kurdên li Sûriye û Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bi hinceta qanûnên heyî red kir.
Hikûmeta Swêdê ku nexwest çekan bide Kurdan, ji bo dîktatorên mafên mirovan binpê dikin, qanûn û rêvebernameyan li pêşiya xwe weke astengiyekê nabîne. Û bênavber çekan difiroşe dîktatoran.
Yek ji rojnameyên sereke yên Swêdê Aftobladet ragihand, şîrketa çekan Saabê biryar daye, sîstema çavdêriya radarê Erieye ya bi buhayê 11 mîlyar Kronî bifiroşe Emaretên Ereb ên Yekbûyî.
ÇEKAN DIFIROŞE WELATÊN SÛCÊ ŞER DIKIN
Emaretên Ereb ên Yekbûyî, li Rojhilata Navîn û cîhanê weke yek ji welatên mafên mirovan herî zêde binpê dike û bi dîktatoriyê tê birêvebirin tê naskirin. Di heman demê de bi rengekî çalak tevlî şerê li Yemenê bûye.
Di rapora dawî ya rêxistina mafên mirovan Human Right Watch de Emaretên Ereb ên Yekbûyî hat sûcdarkirin, ku li Yemenê bombe li febrîqeyan, avahiyan, du santralên elektrîkê û çîftlîkekê barandiye û 130 sivîl qetil kiriye, 171 jî birîndar kiriye.
Tevî ku Human Right Watch û rêxistinên din ên mafên mirovan Emaretên Ereb ên Yekbûyî bi sûcê şer tawanbar dikin jî, Mufetîşiya Berhemên Stratejîk (ISP) ku saziyeke dewletê ye, destûr da Saabê ji bo çekan bifiroşe Emaretên Ereb ên Yekbûyî.
Rêxistinên mafên mirovan û aştiyê, salên dûr û dirêj e dixwazin li hemberî firotina çekan ji bo welatên mafên mirovan binpê dikin û bi dîktatoriyê tên birêvebirin, tedbîr werin girtin. Hikûmeta ku nekarî xwe li ber zextan bigire, ji bo lêkolînkirina mijarê Lêkolîna Îxraca Berhemên Şer (KEX) wezîfedar kiribû.
KEX'ê pêşniyar kiribû ku di firotina çekan de pîvanên demokrasiyê esas werin girtin û ji welatên demokrasî lê baş birêve naçe, hejmareke kêm a çekan were firotin. Piştî ku salek di ser vê lêkolîn û pêşniyarê re derbas bû, hikûmeta Swêdê berjewendiyên şîrketên çekan derxist pêş û ev pêşniyar nexist meriyetê.
HIKÛMETÊ DAXWAZ PARTIYA LÎBERAL A JI BO ALÎKARIYA ÇEKAN JI KURDAN RE BÊ DAYÎN, RED KIR
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kirin, Swêdê ji bo parastina hêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê 35 leşkerên xwe yên pispor şandibû Başûrê Kurdistanê.
Partiya Lîberal da xuyakirin, ku hejmara pisporên hatine şandin têrê nake û xwest bê zêdekirin. Tevî vê yekê xwest, alîkariya çekan ji hêzên Kurd ên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke xurt dimeşîne, bê kirin.
Lîderê Partiya Lîberal Jan Bjorklûnd bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir, ku alîkariya çekan bidin hêzên Kurd ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Partiya Lîberal mijar xist rojeva parlamentê û xwest, ji hêzên Kurd re fuzeyên dide dû hedefê û maşînên zirxî dirûxînin, her wiha çekên otomatîk bên dayîn. Lê belê ev daxwaz nehat qebûlkirin.
SWÊD DI ÎXRACATA ÇEKAN DE DI RÊZA 11. DE YE
Welatê Swêdê ku bi meşandina polîtîkayeke aştiyane û bê alî pesnê xwe dide, li gorî rapora dawî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê, di nava welatên di navbera salên 2010-2014'an de çek firotine de, di rêza 11. de cih girt.
Swêdê herî zêde çekên xwe firot Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Norwêc, Tayland, Îngilîstan, Hîndîstan, Erebîstana Siûdî, Pakîstan, Fransa û Afrîka Başûr.
Bazarkerên sereke yên şîrketên çekan ên mîna Saab û Bofors, endamên Malbata Qraliyeta Swêdê û hikûmeta Swêd ne.
Taybetmendiya lîderê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Serokwezîr Stefan Lofven a ji yên din cuda dike ew e; hê berî bibe Serokwezîr, karê lobî ya şîrketên çekan dikir.