Li Bexdayê meşa girseyî
Bexdayiyên ku bi banga Lîderê Şîî Mûqteda Sedir li qada Tehrîrê ya Bexdayê dest bi meşê kirin, xwetin ku yên nelirêtî kirine bên darizandin.
Bexdayiyên ku bi banga Lîderê Şîî Mûqteda Sedir li qada Tehrîrê ya Bexdayê dest bi meşê kirin, xwetin ku yên nelirêtî kirine bên darizandin.
Muqteda Sedir ji hezaran xwepêşanderên ku li qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn re axivî û got: “Her tişt ji bo Iraqê. Îro Bexda azad e, Amerîka derkeve biçe!”
Tevgera Sadr ku yek jî hêzên diyarker a siyaseta Iraqê ye, careke din darizandina kesên nelirê xwest.
Meş û mîtînga bi banga Tevgera Sadr pêk hat û daxwaza edaleta yek mîlyon kesî anî ziman, piştî amadekariyên çend rojan pêk hat.
Gel qada Tahrîrê ya bi navê berê Sahat Beyrûd ku li paytext Bexdayê ye, heta ber dev tijî kir û edalet xwest.
Gelek polîsên federal û hêzên ewlehiyê ji bo mîtîng û meşê, cadeyên navendî û avahiyên dewletê ji bo ewlehiyê dorpêç kirin.
Meş a ku saziyên civaka sivîl ên Iraqî jî piştgirî danê, wê di saet 16.00’an de destpê bikira, lê ji ber zexta hikûmetê hê zûtir pêk hat.
Tevî hemû zextên hikûmeta Iraqê jî Lîderê Şîî Muqteda Es Sadr jî tevlî çalakiyê bû.