Ji keştiya ku li peravên Îtalyayê noqî avê bûyî 458 cenaze hatin derxistin

Ji keştiya ku sala bihurî li peravên Îtalyayê noqî avê bibû û nêzî 700 koçberên tê de jiyana xwe ji dest dabûn, hê jî ceneze jê tê derxistin.

Keştiyeke ku nêzî 800 koçber tê de bûn, şeva 18’ê Nîsana 2015’an dema ji Libyayê bi rê ket, li peravên Sicîlyayê li keştiyeke rizgarkirinê ya Portekîzê qelibî bû. Ji vê keştiyê tenê 28 koçber hatin rizgarkirin. Gewdeyê keştiyê di hefteya bihurî de anîn bendera bajarê Aûgûst a Sicîlyayê.

Li gorî nûçeya AGÎ a ku agahiyan dispêre Fermandarê Ewlekariyê ya Peravên Îtalayayê Nîcola De Felîce; ji 675 kesên ku di keştiyê de hatin teşxîskirin, cenazeyê 458 kesên din hatin derxistin. De Falîce, bi bîr xist ku dema xebatên li cihê keştî lê qelibî jî 218 cenaze hatine derxistin.

Hatibû diyarkirin ku ev keştiya noqî avê bûyî bi nêzî 800 rêwiyî ve ji Lîbyayê derketibû rê. Tê texmînkirin ku tevî kesên laşên wan nehatine dîtin hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dane nêzî 700’î ne.

Ji sala 2014’an ve jimara kesên ku di Deryaya Spî de xeniqîn ji 10 hezar kesî bihuriye, beşeke mezin ên van koçberan ji bo biçin Îtalyayê, di Behra Navîn de jiyan xwe ji dest dan.