El Sadr: Bila Amerîka ji vir biçe
Hejmara xwepêşandêrên ji saet 07:00 û pê ve li meydana Tehrîrê civiyan, di demeke kurt de gihîşt hezaran.
Hejmara xwepêşandêrên ji saet 07:00 û pê ve li meydana Tehrîrê civiyan, di demeke kurt de gihîşt hezaran.
Piştî ku Parlamenta Iraqê roja Sêşemê ji nû ve civiya, Tevgera Sadr jî dest bi xwepêşandanan kir. Lîderê Şîa Muqteda El Sadr danê vê sibehê ji hezaran alîgirên xwe yên li meydana Tehrîrê li hev civiyan re axivî û dirûşma "Bexdaya azad, Amerîka jê derkeve û biçe" qîriya.
El Sadr wiha axivî: "Her tişt ji bo Iraqê. Aştî aştî. Ji bo biratiya Sûnî û Şîa em ê vî welatî nefiroşin. Îro Bexda azad e, Amerîka derkeve û biçe. Bexda azad e, bila Amerîka biçe."
Sadr piştî vê axaftina xwe ya kurt ji meydanê derket û xwepêşandêr ber bi Herêma Kesk ve meşiyan.
Artêşa Iraqê beriya niha dabû xuyakirin, ku xwepêşandan bêdestûr e û yên bi çek tevlî xwepêşandanê bibin wê weke terorîstan bên dîtin.