Di anketa CBS û New York Times de derket holê, ku dengên Clînton û Trûmp gihaştine hev. Her du namzet jî di rêjeya ji sedî 40'î de dengan werdigirin. Di anketeke meha Hezîranê de rêjeya dengê Clînton ji sedî 43, ya Trûmp jî ji sedî 37 bû.
Tê gotin, eşkerebûna mailên şexsî yên Clînton a di dema Wezareta Karên Hundir de, bandor li vê kêmbûna dengan kiriye. Tevî ku Clînton da xuyakirin, ku pêwîstî bi lêpirsîna vê nîne ye jî, tê gotin, vê yekê baweriya bi wê kêm kiriye.
HER DU JÎ KÊM TÊN ECIBANDIN
Li gorî heman anketê, rêjeya hilbijêrên dibêjin 'Clînton ne durust e' di meha Hezîranê de ji sedî 62 bû, lê di meha Tîrmehê de gihaşt ji sedî 67'an. Rêjeya mirovên ji Trûmp bawer nakin ji sedî 62 ye.
Rêjeya hilbijêrên Trûmp diecibînin ji sedî 30, yên ji bo Clînton nirxandinên erênî dikin jî ji sedî 28 e.
Li gorî anketê, rêjeya hilbijêrên ku Clînton ji bo 'serokatiyê' amade dibîne ji sedî 50, yên dibêjin ne amade ye jî ji sedî 48 e.
Rêjeya hilbijêrên ku Donald Trûmp ji bo vî karî amade dibînin ji sedî 30 e, yên amade nabîn jî ji sedî 67 e.