Li Qazaxistanê êrîşa çekdarî: 4 kes mirin

Li bajarê Almatî yê Qazaxistanê, li hemberî qereqola polîsan êrîşeke çekdarî hat kirin. Di encama êrîşê de 4 polîs mirin. Wezareta Karên Hundir diyar kir, wan operasyon dane destpêkirin.

Çavkaniyên polêsan diyar kirin, kesekî ku cilê leş lê bû, bi çeka otomatîk êrîş biriye ser qereqolê û piştî êrîşê şop li ser xwe nehiştiye. Heman çavkanî ji şêniyên herêmê xwest, ji malên xwe dernekevin.

Piştî êrîşî hemû firoşgehên çekan hatin girtin û ambolans şandin bi ser cihê bûyerê de.

Wezarata Karên Hundir a Qazaxistanê diyar kir ku, di êrîşê de bi kêmanî polîsek hatiye kuştin û yek ji gumanbaran hatiye binçavkirin û hê jî lêgerîna li kesê ku ji cihê bûyerê reviyayî berdewam e.

Tirs ew e ku hejmaran kuştiyan zêdetir bibe.