Hollande: Em ê operasyonên li Sûriye û Iraqê zêde bikin
Li bajarê Fransa Nîce, di êrîşa duh bi şev a li hemberî pîrozbahiya cejna serketina neteweyî de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Fransa Nîce, di êrîşa duh bi şev a li hemberî pîrozbahiya cejna serketina neteweyî de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Fransa Nîce, di êrîşa duh bi şev a li hemberî pîrozbahiya cejna serketina neteweyî de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve der barê êrîşê agahî da û diyar kir, rewşa 18 ji birîndaran giran e. Bernard Cazeneûve piştî êrîşê hat bajêr û got, "Em li hemberî terorîstên ku bi rengekî gelekî dijwar dixwazin lime bixin, di nava şer de ne."
DEMA REWŞA AWARTE WÊ WERE DIRÊJKIRIN
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî piştî civîna li Navenda Krîzê ya li Wezareta Karên Hundir, bi rêya televîzyonê ji gelê Fransayê re axivî. Françoîs Hollande diyar kir, dema rewşa awarte ya piştî êrîşa 13'ê Mijdarê ya li Parîsê ku 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hat îlankirin û heta 26'ê Tîrmehê hat dirêjkirin, wê 3 mehên din jî bê dirêjkirin.
Hollande da zanîn, operasyonên ewlekariyê wê dewam bikin û yekîneyên nû yên leşkerî li sînorê welêt bên wezîfedarkirin. Hollande destnîşan kir, ku operasyonên Fransayê yên li Sûriye û Iraqê bên zêdekirin.
ÇI QEWIMÎ?
Di êrîşa li Nice de, ajokarê qemyonê wesayîta xwe bi ser girseya gel a li pîrozbahiya li kolana Promenade des Angelaîs ve ajot.
Êrîşkar bi qasî 2 kîlometreyan qemyon bi ser girseyê ve ajot û piştre ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin. Tê gotin, êrîşkar berî bê kuştin, bê debanceyê gule reşandiye.
Çavkaniyekî polîsan ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP'ê re axivî û diyar kir, li qemyonê nasnameya Fransiyekî 31 salî yê ji Tûnisê hatiye dîtin.
Şaredarê Nîce Chrîstîan Estrosî jî da zanîn, li qemyonê çek û bombeyên destan hatiye dîtin.
OBAMA ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR
Serokê DYA Barack Obama jî da xuyakirin ku bûyera li Nîce weke "êrîşeke terorê ya tirsnak" tê dîtin û êrîş şermezar kir. Obama diyar kir, weke hevalbendê herî kevn ê Fransayê, DYA piştgiriyê dide Fransayê.
BERIYA NIHA ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di 13'ê Mijdara 2015'an de, li paytexta Fransa Parîsê di heman demê de êrîş hatibûn kirin û 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Derketibû holê ku êrîşkar di ser Tirkiyeyê re ji Sûriyeyê hatine Fransayê.