IMF: DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê

IMF'ê da xuyakirin, ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê û bal kişand ser nîşaneyên di vî warî de.

Fona Pereyan a Navneteweyî diyar kir, li gorî hin agahî û nîşaneyan çeteyên DAIŞ'ê rojane 30 heta 80 hezar warî petrol firotiye Iraq, Urdun, Lubnan, Tirkiye û Sûriyeyê.

Di vê rapora li ser aboriya Sûriyeyê de her wiha hat gotin, "Di sala 2014'an de îxracata Tirkiyeyê ya ber bi Sûriyeyê ve, ji asta 500 mîlyon dolarî ya sala 2012'an gihaştiye asta 1.8 mîlyar dolarî ya beriya krîzê. Sûriyeyî xwedî rêjeya ji sedî 26 ê karên nû yên li Tirkiyeyê hatin tomarkirin bûn."

RÛSYAYÊ JÎ EŞKERE KIRIBÛ

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî di meha Kanûna bihurî de diyar kiribû, ku Serokkomar Erdogan, kurê wî û malbata wî, pêwendiya wan yekser bi bazirganiya petrolê ya bi DAIŞ'ê re hene.