Li Fransayê ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin

Piştî komkujiya li Nice, ku herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Fransayê ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin. Li gorî agahiyan, êrîşkarê 31 salî yê Tûnisî, beriya niha hatibû girtin.

Serokwezîr Manûel Valls, ragihand ku ji ber komkujiyê di 16, 17 û 18'ê Tîrmehê de şîna neteweyî hatiye îlankirin. Valls diyar kir, ji îro û pê ve wê alên li ber hemû saziyên fermî û bîrdariyan dakevin nîvî.

Valls got, "Li hemberî me şerekî terorîzmê heye' anî ziman, êrîş li hemberî yekîtiya neteweyî ya welêt hatiye kirin, lewma ew ê jî bi rengekî 'blok' li dijî êrîşan derkevin. Valls got, "Bersiva herî mezin, Fransaya hevgirtî ye."

Serokwezîr, der barê biryara dirêjkirina dema rewşa awarte de diyar kir, biryar wê roja Sêşemê li Desteya Wezîran bê nirxandin, dûre di 20 û 21'ê Tîrmehê de li Meclîsa Nûneran û Senatoyê were nirxandin.

Di vê navberê de, li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyê êrîşkar di meha Adarê de ji ber sûcê şîdetê hatibû cezakirin. Lêgerîna polîsan a li mala êrîşkarê hat kuştin, ji danê sibehê ve dewam dike.