Brîtanya êdî di destê wezîrên alîgirê Brexîtê de ye

Li dû îstifaya Davîd Cameron a piştî referandûma 23'ê Hezîranê, hikûmeta nû duh hat avakirin. Desteya Wezîran a hikûmeta nû bi giranî ji wezîrên di kampanya Brexîtê de roleke mezin lîstin, pêk tê.

Desteya Wezîran ji aliyê Theresa May a ji erka Wezareta Karên Hundir derbasî Serokwezaretiyê bû ve hat avakirin. Di nava desteya wezîran de navê herî zêde balê dikişîne Şaredarê berê yê Londonê Borîs Johnson e, ku di mijara derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê de roleke mezin lîst.

Phîlîp Hammond ê di dema Cameron de Wezîrê Karên Derve bû, li şûna George Osborne yê ji Wezareta Maliyeyê îstifa kir, hat wezîfedarkirin. Li Wezareta Karên Hundir jî, li şûna Theresa May, Amber Rûdd hat wezîfedarkirin.

Theresa May, ku li gorî rêbaza siyasetê û dijberiya Yekîtiya Ewropayê ya Borîs Johnson tevdigere, biryar da ku ji bo meşandina danûstandinên derketina ji yekîtiyê, wezareteke nû ava bike. Li gorî daxuyaniya buroya May, ev kar wê ji ailyê Davîd Davîs ve bê meşandin.

Di referandûma 23'ê Hezîranê de, ji sedî 52 ê gelê Brîtanya Mezin dengê ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bi kar anî bû. Li Îngilîstan û Gallerê bi giranî dijberên Yekîtiya Ewropayê derketibûn pêş Li Skoçya û Îrlanda Bakur jî, ku îdîaya serxwebûnê lê xurt e, gel dengê xwe bi giranî ji bo mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê bi kar anî bû.