Piştî referandûma 23'ê Hezîranê ya Brexîtê, ku biryara derketina ji nava yekîtiyê hat dayîn, nîqaşên li ser dema serlêdana derketina ji yekîtiyê dewam dikin. Serokwezîr Theresa May a ku roja Çarşemê hikûmeta nû ya Partiya Mûxafazakar ava kir, têkildarî muzakereyên derketina ji yekîtiyê, bi Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker re rûnişt.
Buroya May, der barê vê hevdîtinê de daxuyaniyek da û got, "Serokwezîr da zanîn, ku ji bo em xwe ji muzakereyan re amade bikin, pêwîstiya me bi demê re heye." Di daxuyaniyê de nehat eşkerekirin, bê Brîtanyayê çiqasî dem xwestiye.
Piştî Brexîtê, yek ji xalên tê meraqkirin jî rêveçûna têkiliyên Brîtanya Mezin bi hevalbendên xwe yên din e. Serokwezîra nû May duh bi rêya telefonê bi Serokê DYA Barack Obama re axivî û jê re got, ew dixwazin têkiliyên bi îmtiyaz ên welatê wê bi DYA re biparêzin.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Serokwezaretiyê, Obama û May li ser girîngiya parastina vê têkiliyê sekinîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokwezîr bi taybetî biryardariya xwe destnîşan kir, ku di mijarên global ên mîna antî terorîzm û ewlekariyê de Qraliyeta Yekbûyî dixwaze weke partnerê bingehîn bimîne."