Li Balafirgeha Nice, alarma pakêtek biguman
Hate îdîakirin ku li ser îxbara êrîşê, balafirgeha navneteweyî ya li bajarê Nice ku duh êvarî qetlîam lê çêbû, tê valakirin.
Hate îdîakirin ku li ser îxbara êrîşê, balafirgeha navneteweyî ya li bajarê Nice ku duh êvarî qetlîam lê çêbû, tê valakirin.
Hin rojnamevanan îdîa kirin ku li beşa bagajan a li balafirgehê qutiyek vala hatiye dîtin û li ser vê jî valakirina qadê hatiye destpêkirin. Rojnamevanekî Kanadayî yê li cihê bûyerê, got valakirina balafirgehê didome.
Têkîldarî vê tehliyaya heta niha ti meqamên fermî daxuyanî nedane. Ji ser malpera balafirgehê daxuyaniyek hate weşandin, hat gotin ku di saetên firînên balafiran de ti guhertin nînin.
Her wiha, li cadeya Route de Turin a li bajarê Nice, ji ber gumane li ser kamyonetekê, hin avahiyên derdora hatin valakirin.