Li Awûstûryayê cezayê giran li du endamên DAIŞ'ê hat birîn
Li Awûstûryayê, kesekî bi rêya înternetê propaganda çeteyên DAIŞ'ê dikir û kesekî din ê alîkarî dida wî, bi 10 heta 20 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Li Awûstûryayê, kesekî bi rêya înternetê propaganda çeteyên DAIŞ'ê dikir û kesekî din ê alîkarî dida wî, bi 10 heta 20 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Di doza li bajarê Grazê de, têkildarî çeteyekî 35 salî yê li ser Youtube propaganda çeteyên DAIŞ'ê dikir û endamên nû ji DAIŞ'ê re peyda dikir û kesekî din ê 28 salî yê alîkarî dida wî, biryar hat dayîn.
Di rûniştina biryardayînê ya li Dadgeha Asliye de, li çeteyê tevlî DAIŞ'ê bû û bi rengekî vekirî teşwîqa kuştinê kir, 20 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgehê biryar da, vî kesî bi rêya Youtube sûcê 'teşwîqa cinayetê' kiriye.
Li kesekî din ê hat tespîtkirin alîkarî daye endamê çete, 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Darizandina li Dadgeha Asliye ya Grazê, ji meha Sibatê û vir ve di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de dihat kirin.