Xebatkara şîrketa endezyariya înformatîk a Micropole Univers a Fransayê Asma Boûgnaoûî, ji ber ku serê xwe nixumandibû, di sala 2009'an de ji kar hatibû derxistin. Piştî ku dadgehên kar ên Fransayê karsaz mafdar dît, doz çû ber destê Dadgeha Bilind. Dûre jî pêşkêşî Dîwana Edaletê hat kirin.
Der barê vê dosyayê de Dozgera Giştî Eleanor Sharpston rapor amade kir. Di vê raporê de dozger diyar kir, ku nixumandina serê xwe, li pêşiya bicihanîna pîşeyê endezyariyê ne asteng e. Sharpston destnîşan kir ku daxwaza şîretê ya 'dema xebatkarên şîrketê bi muşteriyan re hevdîtinan dike, divê serê xwe nenixumîne', nêzîkatiyek 'ne rewa' ye û bi rengekî vekirî 'cihêkarî' ye.
Tê payîn, Dîwana Edaletê biryara xwe ya li ser doza Asma Boûgnaoûî û jineke din a bi heman rengî li Belçîkayê ji kar hat derxistin, di payîzê de bide.