SPD’ê jî ji bo Încîrlikê hişyarî li Tirkiyeyê kir

Bertekên li hemberî şantaja hikûmeta AKP’ê û Erdogan ên li ser parlamenterên Meclîsa Federal a Elmanya zêde dibin.

Piştî Serokê Meclîsê û partiyên muxalîf, serokê  SPD’ê û Cîgirê Serokwezîr Sîgmar Gabrîel jî diyar kir helwesta wan li ser mijara qedexeya Incîrlikê zelal e.  Gabrîel ku peywira xwe ya cîgirê serokwezîrtiyê jî didomîne got, heke parlamenterên Elman nikaribin leşkerên li baregehê ziyaret bikin, yekîneyên leşkerî yên Elman wê  li Tirkiyê peywira xwe nedomînin.

 Gabrîel bi bîr xist, artêşa Elman bi biryara parlamentoyê biryaran distîne û got şandina balafirên Awacsê yên çavdêrî û hişyariya zûwext ku li NATO’yê biryara wê hatibû dayin, bi ziyareta parlamenteran ve têkildar e.

Gabrîel têkildarî yenîkeneyên Elman ku hê jî li Incîrlikê ne, hişyarî li Tirkiyê kir û got, ‘’Heke parlamento nikaribe seriyekî bide artêşa xwe, artêş jî nikare li wir bimîne.’’

Raîner Arnold, parlamenter û pisporê parastinê yê SPD’ê jî got heke israra qedexeyê ya li ser parlamenteran bidome, wê şandina balafirên AWACS’ê ji bo Tirkiyê jî neyê pejirandin.

Qedexeya Tirkiye ya li ser parlamenterên Elman ku pêşnûmeya Jenosîda Ermenan pejirandibûn û ji bo vê jî Tirkiyê destûr neda ku biçin Incîrlikê û bargehê ziyaret bikin, ji hêla Serokê Meclîsa Federal Norbert Lammert û partiyên muxalîf ve bi tundî hatibû şermezarkirin. Lamamert jî got, ne dûrî êqil e ku ji Incîrlikê leşkerên Elman werin kişandin.

Sahra Wagenknecht ê Serokê Koma Partiya Çep di daxuyaniya xwe ya duh de got, “hikûmeta Elman em nikarin bi yekî şantajker û pabendê bavê terorê ve girêbidin’’ û helwesta xwe nîşan dabû. Wagenknecht xwestibû ku yekîneyên leşkerî yên Elman ji Tirkiyê werin kişandin.

Pisporê polîtîkayên parastinê  û Parlamenterê Partiya Sosyal a Xristiyanan (CSU)’yê ku şirîkê biçûk ê desthilatdariyê ye Florîan Hahn jî gotibû, di krîzeke pêkan de Tirkiye wê ji Elmanya û welatên din ên Ewropayê zêdetir xisarê bibîne.