Di lêpirsîna komkujiya Nice de ti gav nehatiye avêtin

Lêpirsîna li ser komkujiya 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Fransa Nice, dewam dike. Tê gotin, li ser têkiliyên rêxistinî yên kujer, hê daneyeke xurt bi dest neketiye.

Tez û nêrîna li ser 'eleqeya kujer bi tevgerên Îslamî yên tund heye', hê dewam dike.

Mohamed Lahoûaîej Boûhlel ê di dema pîrozbahiyên Şoreşa Fransayê a 14'ê Tîrmehê de qemyon bi ser girseyê ve ajot û 84 kes qetil kir, derket holê danê nîvro yê roja bûyerê li peravên bi navê Promenade des anglaîsê gelek caran keşif kiriye û di telefona wî ya destan de gelek wêneyên wî yên di dema vê keşifê de hatine kişandin, hatin dîtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Parîsê ve hat dayîn, di lêkolîna li ser komputera kujer de, kujer piştî 1'ê Tîrmehê di înternetê de bi giranî li hevokên 'cihên şahiyê', 'tirsnak' an jî 'qezayên gelekî bi tirs' geriya ye. Boûhlel ê komkujî bi qemyoneke kirê kir, di heman demê de li îlanên wesayîtên giran (qemyon) ên tên kirê kirî geriya ye. Her wiha li dikanên çekan difiroşin ên li Nice geriya ye. Di telefona destan a kujer de her wiha nûçeyek rojnameya Nice Matin a li ser wesayîtek bi qezayê ket nava restorantekê, hat xwendin.

ELEQEYA BI ÎSLAMA TUND RE, TIŞTEKÎ 'NÛ' BÛ

Zelal bû ku komkujî çend roj berê hatiye plankirin. Li gorî Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns, eleqeya Mohamed Lahoûaîej Boûhlel a bi 'tevgerên Îslamî yên tund' hê gelekî nû bû. Molîns di rewşa heyî de hê ti delîl derneketiye holêk u Boûhlel bîat ji çeteyên DAIŞ'ê re kiriye.

Lê hat tespîtkirin, ku Boûhlel êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên 1-13'ê Tîrmehê yên li bajarê Orlando yê DYA, bajarê Magnanvîlle yê Fransayê û komkujiya polîsan a li Dallasê xwendiye. Her wiha hat dîtin, wêneyên çeteyên DAIŞ'ê yên bi flamayan, kovara Charlîe Hebdo, wêneyên Ûsame Bîn Ladîn û yek ji çeteyên Cezayîrî Mokhtar Belmokhtar di komputera kujer de hatine dîtin.

'RADÎKALBÛYÎNA WÎ DI DEMEKE KURT DE PÊK HATIYE'

Dozger Françoîs Molîns careke din ragihand, ku kesê di 14'ê Tîrmehê de komkujî kir, ji aliyê derdora xwe ve weke kesekî dûrî 'vexwarina alkolê', 'xwarina goştê berazan', 'bikaranîna narkotîkê' û bicihneanîna îbadetên olî' tê pênasekirin û anî ziman, balkêş e kujer bi tenê hefteyek beriya komkujiyê rî berdaye. Molîns da zanîn, eşkere ye kesayetiya vî şexsî xerabe ye û îdîa kir, ku 'tundbûn'a kesên bi vî rengî dikare di demeke kurt de pêk were.

6 KESÊN GUMANBAR DI LÊPIRSÎNÊ DE NE

Hê zelal nebûye bê Mohamed Lahoûaîej Boûhlel komkujî bi tena serê xwe yan jî bi rengekî rêxistinbûyî plan kiriye. Di lêpirsîna komkujiyuê de, 6 kes hê di binê çavan de tên ragirtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Dozgerê Komarê yê Parîsê ve hatin dayîn, mesaja bi telefonê ya Boûhlel a çend deqe beriya komkujiyê, di telefona yek ji kesên hatine binçavkirin de hatiye dîtin. Ji ber ku ev mesaj li ser 'kirîna çekan' e, gumaneke xurt li ser vî kesî heye, ku alîkarî daye komkujiyê.

Dozger da xuyakirin, ku hewl tê dayîn kesên Boûhlel beriya komkujiyê mesaj ji wan re şandiye û li wan geriya ye, bên tespîtkirin.

Li aliyê din, nasnameyên 71 kesên ji 84 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin tespîtkirin. Cenazeyên hin ji wan radestî malbatan hatin kirin. Hewldanên ji bo tespîtkirina nasnameyên 13 kesan hînê dewam dikin.

Li nexweşaneyan jî hê 74 kes tên dermankirin. Li gorî agahiyan, xeterî li ser jiyana 19 birîndaran heye.