Li Elmanya û Fransayê çalakiyên ji bo 14'ê Tîrmehê
Bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Elmanya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 15 tîrmehê 2016, 08:22
Bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Elmanya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin.
KOLN
Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li bajarê Elmanya Kolnê hatin bîranîn. Bi qasî 100 Kurdistanî tevlî civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş peyivî. Aktaş got, "Hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi rojiya mirinê, çalakiya fedayî pêk anîn. Xiyanet û cûntaya faşîst a ku xwest Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li girtîgeha Amedê bifetisîne, bi çalakiya xwe têk birin."
Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
DRAGÛÎGNAN
Li herêma Dragûîgnan a li Başûrê Fransayê, KCDK-Dragûîgnanê bi wesîleya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê civînek lidar xist. Siyasetmedarê Kurd Osman Îbrahîm piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û destnîşa kir, ku divê e berxwedana 14'ê Tîrmehê mezin bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Civîn bi banga ji bo tevlîbûna li meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya 16'ê Tîrmehê ya li Nîce Masenayê qediya.
NANTES
Li bajarekî din ê Fransayê Nantesê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Di axaftinên li vir de bal hat kişandin ser girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê û hat ragihandin, divê ev bi vî ruhî têkoşîna roja îro were mezinkirin.