Li Erîvanê êrîşa çekdarî
Hat ragihandin, li paytexta Ermenîstan Erîvanê li hemberî midûriyeta polîsan êrîşeke çekdarî hatiye kirin û di encamê de polîsek miriye, gelek polîs jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, li paytexta Ermenîstan Erîvanê li hemberî midûriyeta polîsan êrîşeke çekdarî hatiye kirin û di encamê de polîsek miriye, gelek polîs jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa Raşatûday a Ermenîstanê, îro danê sibehê komek ji çekdaran êrîşî midûriyeta polîsan a li paytexta Erîvanê kir. Di encama êrîşê de polîsek hat kuştin û çend jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, koma çekdar dest daniye ser avahiya midûriyeta polîsan. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li Erîvanê liv û tevgereke leşkerî heye. Dîsa li gorî hin malperên Ermenîstanê, koma çekdar midûrê polîsan ê bajêr dîl girtî ye.
Hêzên leşkerî û parastinê jî derdora avahiya midûryetê girtine.