Sepanîna ku bi şertê 2 salan li Elmanya bimînin ya bi hinceta ku tenê ‘’beşekî biçûk têkildar dike’’ mafê pevgihîna malbatî ya penaberan, diyar bû ku nîvê penaberan têkildar dike.
Li gorî birêkûpêkkirina nû ya ku 17’ê Adarê ji hêla Partiyên Yekîtiya Xiristiyan ( CDU-CSU) û Pariya Sosyal Demokrat (SPD) penaberên ku mafê ‘’starebûna demkî’’ ji bo wan hatiye naskirin, ji bo ku bikevin welêt şert hatibûn danîn ku divê 2 salan li Elmanyayê bimînin. Di serdema birêkûpêkkirinê de hatibû gotin ku wê penaber bi rêjeyek bilind li gorî çarçoveya ‘Peymana Cinêvê’ heqê starebûnê bistînin û heqê strabûna demkî tenê beşekî berteng ê penaberan têkillar dike.
Lê hejmarên ku ji hêla saziya Pro Asyl ve hatin dayin diyar dike, piştî birêkûpêkkirina nû nîvê penaberan dikeve ber heqê starebûna demkî. Pro Asyl a ku daneyên Daîreya Federal a Koç û Penaberan (BAMF) parve dike, radigihîne ku Hezîranê ji 23 hezar penaberên Sûriyeyê 10 hezar û 200 kesan heqê starebûna demkî standine û bi vî awayî jî pevgihîna malbatî 2 salan hatiye taloqkirin.
Di daxuyaniya Pro Asly de tê gotin 2014’an ji penaberên Sûriyê tenê ji bo ji sedî 13,6 heqê starebûna demkî hatiye nasîn û diyar dike biryarên ku li gorî Peymana Cinêvê diviya heqê starabûnê bihatana dayin her ku diçe kêmtir dibe. Di daxuyaniyê de tê gotin 2015’an penaber bi rêjeyek bilind li gorî Peymana Cinêvê heq standine û bal kişande ser wê ku sepanîna heya serê vê salê ‘’awarte’’ ne.
Di daxuyaniyê de tê gotin sepanîna dayina heqê starebûnê ya demkî bûye ‘’trend’’ û rexne lê hate girtin ji ber ku bi vê penaber demeke dirêj dûrî malbata xwe dimînin.
Bi dayina ‘’heqê starebûna demkî’’ penaberên Sûriyeyê ku dixwazin malbatên xwe bînin Elmanya divê 2 salan bisekinin. Her wiha piştî qedandina vê demê tê zanîn ku karûbarên burokratîk bi salan jî dikarin bidomin.