Ji Le Monde Dîplomatîque ‘şerê qirêj ê Erdogan û Komunalîzma Kurdan’

Kovara navdar a nûçe û analîzan a Fransayê Le Monde Dîplomatîque, di hejmara Tirmehê de cihekî berfireh ji dosyaya Kurd re terxan kir.

Dosyaya Kurd di bin serenavên ‘’Şerê qirêj ê Erdogan’’, ‘’Zilamê ku jê were Sultan e’’ û ‘’Komunalîzma Kurd’’ de hate dabeşkirin.

Di rûpela pêşî de cih ji nivîsa Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re ku tê de polîtîkayên R. T. Erdogan nirxandibû, hatiye veqetandin.

Di analîza di bin serenava ‘’zilamê ku jê were sultan e’’ hate gotin, ‘’Serokkomarê Tirk bi nexweşiya desthilatdariyê ketiye û li dijî rikeberan dest bi nêçîrê kiriye.’’

Demîrtaş diyar kir, ew ê li hemberî manewrayên Erdogan serî netewînin û bi vî awayî bal kişande ser şerê li Kurdistanê

Demîrtaş li hemberî êrîşên teng û topan ku bajarê Kurdistanê  kavil kirin, bêdengmayina Yekitiya Ewropayê rexne kir.

Demîrtaş amaje bi şantaja penaberan kir û di nivîsê de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di analîza Demîrtaş de tê gotin, ‘’Serokkomar bi ti awayî ber pê nayê ku guftûgo dîsa werin destpêkirin.”

Demîrtaş dixwaze dorpêça li bajarên Kurdistanê demildest bi dawî bibe û vê tespîtê dike:’’ Lewre ku zimanê şerxwaz çiqasî pir bidome qada demokratîk jî wê ew qasî berteng bibe.’’

Wekî encam  Demîrataş dibêje Erdogan pergala serektiyê ya bi modêla Tirk dixwaze lê belê ev ê bi hêsanî pêk neyê.

Di bin serenavê ‘’Şerê qirêj ê Serokkomar’’ de gelek agahî hene ku Laura- Maî Gaverîaxu ji şahidên Kurdistanê berhev kiriye.

Le Mone Dîplomatîque ku di serî de li ser Cizîr, Sûr û Silopya qedexeyên derketina derve û bajaren di bin dorpêçê de nivîsî, di vê dosyayê de balê dikişîne ser hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê.

Di dosyayê de cih ji bo nivîsên nîjatprest, zayendîtî ku li bajarên Kurdistanê bi destê JOH û POH’ê hatibûn nivîsîn jÎ hate veqetandin. Hin pasaj jê wiha ne: 

‘’Piştî şer encex me karî têkevin Cizîrê. Li wê derê em bi dîmeneke kavil re,şêniyên bajêr ên ku travma jiyane û bi ewlekariyeke lêrasthatinî re hevrû bûn.’’

‘’Di nav rojên tecrîdê de ku 79 rojan dom kiribû, ji nav binpêkirinên bi taybetî jêrzemînên hovitiyê di bîr de man.

‘’Plana bajarbûyinê ku ji hêla desthilatdariyê ve hatibû ragihandin di Nîsanê de ku dest pê were kirin, ev hemû jêrzemînên ku sûcê şer nîşan didin wê weke yên din bi buldozer û vîncan werin rakirin.’’

 ‘’Di taritiya qedexeya derketina derve de, ev şerê nû û cizakirina civakê, civak behetandiye û xendeka ku Kurdistanê ji Tirkiyê vediqetîne hê kûrtir dike.

Di dosyaya bi navê ‘’Komunalîzma Kurd’’ de ber bi rehekên vê ramanê ve dadikeve û bal tê kişandin li ser gotara Murray Bookchîn a têkildarî ekolojî û şoreşê.

Di destpêka dosyayê de ev raman derdikevin pêş: 

‘’2006’an piştî mirina Murray Bookchîn Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) sond xwar ku ew civakeke konferaderala demokratîk ava bikin ku bestaxwe ji şaredariyên sosyal, ekolojîk û azadîwaz girtiye.’’

Gotara Bookchîn a bi navê ‘’Ekolojî û ramana şoreşger’’ ya 1964’an têkildarî ekolojiya sosyal li ser vê fikrê rûdine: 

‘’pêkutiya mirov a li ser mirov beriya pêkutiya li ser xweristê ye.’’

Bookchîn bi rikdarî dibêje ji rêxistinkirina çînên karkir bêhtir divê bersiv bo arîşeyên hawîrdorê werin dayin.

Li gorî wî mijara şoreşî ne karkirê tê mêtin lê hemwalatî ye ku tê serekutkirin.

Di dosyayê de bal tê kişandin ser konfedaralîzma demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hatiye pêşxistin ku rêgezên wê li sê kantonên Rojava têne sepanîn û têşeyê rêxistinbûyinê yê Bakurê Kurdistanê jî bi qutebirî wiha dide: ‘’

‘’Li Bakurê Kurdistanê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji sala 2010’an ve meclîsên bajar, navçe û taxan bi federasyonê ve girêdide.
Dosya piştî têkoşîna dewletê ya Murray Bookchîn ji nû ve şîrovedike wiha diqedîne: 

‘’Bawer dikir ku mirov azadiya ku bo wî nirxdar û jiyaneke rehet heq dike. Ango, ji bo ku di nav civakeke rasyonel de bijî pir biaqil bû.’’