De Mîstûra dixwaze danûstandina di Tîrmehê de ji nû ve bide destpêkirin

Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku ew dixwazin danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî di meha Tîrmehê de ji nû ve bidin destpêkirin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, piştî hevdîtinek li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, di meha Tîrmehê de wan 'demeke girîng' destnîşan nekirine. De Mîstûra da xuyakirin, ku eger ew ji bo danûstandinên li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê vexwendînameyan bişînin, wê ev yek encama pêşketina 'derbasbûna siyasî' be.

De Mîstûda ji aliyên li Sûriyeyê xwest, li ser çareserkirina pirsgirêkê û çareserkirina lihevnekirinên navbera xwe bixebitin û da zanîn, pêwîste alî di meha Tebaxê de 'projeyeke zelal' deynin holê.

Staffan de Mîstûra di muzakereyên ji bo qedandina şerê navxweyî de bal kişand ser girîngiya meha Îlonê û bibîr xist, Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon û Serokê DYA Barack Obama wê di meha Îlonê de cara dawî beşdarî kombûna Civata Giştî bibin. De Mîstûra diyar kir, di Civîna Bilind a G20 a li Çînê de wê Obama û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li hev bicivin.

De Mîstûra ragihand, gelek danûstandinên veşartî dewam dikin û anî ziman ew beriya niha bi demeke kurt ji Rûsyayê vegeriya ye û ew ê biçe Washîngtonê.