Êrîşên nîjadperestî piştî Brexitê bi 5 qatan zêde bûn
Li Brîtanya Mezin, ku bi referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, êrîşên nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan, di asteke cidî de zêde bûn.
Li Brîtanya Mezin, ku bi referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, êrîşên nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan, di asteke cidî de zêde bûn.
Li gorî daneyên ji aliyê polîsên Brîtanyayê ve hatin weşandin, piştî referandûma di 25'ê Hezîranê de pêk hat, gotin û êrîşên nîjadperestî bi pênc qatan zêde bûne. Hat ragihandin, hejmara van êrîşên nîjadperestî beriya referandûmê heftane bi qasî 63 bû, lê piştî referandûmê gihîşt 331 caran.
Di daxuyaniya polîsan de hat gotin, êrîşên nîjadperestî bi giranî li hemberî Misilmanan û koçberên ji Rojhilatê Ewropayê tên kirin û hat ragihandin, tevî heqaret û gotinên nîjadperestî, êrîşên fîzîkî jî tên kirin.
Dijberên nîjadperestiyê û alîgirên Yekîtiya Ewropayê (YE), rexne li alîgirên derketina ji yekîtiyê dikirin ku di kampanya referandûmê de gotinên dijberiya biyaniyan û daxuyaniyên nîjadperestî gelekî bi kar tînin.
Daxuyanî û gotinên nîjadperestî yên li Brîtanyayê, tevî Yekîtiya Ewropa ji aliyê Komîseriya Bilind a Mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve jî bi tundî hatibûn rexnekirin. Serokwezîr Davîd Cameron ê piştî referandûmê got ew ê îstifa bike, ji ber rexneyan soz dabû ku ew ê li dijî çalakiyên dijminatiyê li biyaniyan dike, bikeve nava tevgerê.