Beriya balafira Misirê bikeve, dibe ku agir pê ketibe

Li gorî lêkolînên li ser qutiya reş a balafira Misirê hat kirin, ku di 19'ê Gulanê de li Derya Spî ket, beriya balafir bikeve, dû ji hundirê balafirê hatiye.

Komîsyona Lêkolînê ya Misirê, ku li ser balafira ketiye xwarê lêkolînan dike, bi daxuyaniyekê encamên lêkolîna li ser qutiya reş a balafirê eşkere kir. Li gorî vê yekê, demeke kurt beriya qutbûna têkiliya bi balafirê re, dû ji hundirê balafirê hatiye.

Der barê çavkaniya vî dûyê ji pêşiya balafirê hat de, agahî bi dest neket. Li ser parçeyên balafirê yên beriya niha hatibûn dîtin, şopên germeke zêde hatibûn dîtin.

Balafira bi tîpa Airbus A320 a ji Parîsê dihat Qahîreyê, tevî 66 rêwî û personelên xwe di 19'ê Gulanê de winda bûbû û piştre derketibû holê ku ketiye.