Li Başûrê Sûdanê şer, herî kêm 43 kuştî hene
Hat ragihandin ku lii Başûrê Sûdanê di şerê navbera muxalîf û hêzên ewlekariyê de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku lii Başûrê Sûdanê di şerê navbera muxalîf û hêzên ewlekariyê de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Başûrê Sûdan a ku di sala 2013’an ji bo bidawîkirina şerê navxweyî gavên girîng avêtin, di şer de ku li bajarê Waû yê nêzî 650 km ji paytext Jûba dûr e derketiye, 39 sivîl û 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Enformasyonê Michael Makûeî îdîa kir ku di şer de ku ji roja Înê ve li herêmê dewam dike, li gel muxalîfan hinek hêzên herêmî jî bi polîsan re şer dikin. Makûeî anî ziman ku fikarê wan hene ku jimara kuştiyan hê zêdetir bibe.
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku ji ber sedema şer 10 hezar kesên sivîl bajar terikandine, li herêmê li gel hêzên aştiyê yên NY’yê bi cih bûne.