PE jî ji Cameron re dibêje 'bes mijûl bike'
Piştî ku gelê Brîtanya Mezin di referandûmê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) da, nerazîbûnên li afirînerê vê referandûmê Serokwezîr Davîd Cameron zêde dibin.
Piştî ku gelê Brîtanya Mezin di referandûmê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) da, nerazîbûnên li afirînerê vê referandûmê Serokwezîr Davîd Cameron zêde dibin.
Piştî gelek hikûmetên Ewropayê, Parlamenta Ewropayê (PE) jî hişyariya 'taktîka mijûlkirinê' da.
Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz ji rojnameya Bîld Am Sonntag a Elman re axivî û diyar kir, divê hikûmeta Brîtanyayê di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya roja Sêşemê de serlêdana derketina ji yekîtiyê bike.
Schûlz da zanîn, piştî vê referandûmê, eger hikûmeta Brîtanya 'taktîkeke mijûlkirinê' bi kar bîne, ev yek wê zerarê bide tevahiya Yekîtiya Ewropayê û îdîa kir, derengxistina vê pêvajoyê wê bandorên neyînî li bazara kar bike. Schûlz destnîşan kir, ku divê rewşa 'ne diyar' zêde dewam neke û ragihand, ya rast ew e di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya roja Sêşemê de serlêdana derketinê were kirin.
Yek ji rexneyên giran ên li Partiya Mûxafazakar a li Brîtanyayê serdest e tê kirin, ji Serokê Koma Mûxafazakar a Parlamenta Ewropayê Manfred Weber hat. Weber da xuyakirin, Davîd Cameron û hikûmeta wî 'taktîka mijûlkirinê' bi kar tîne û anî ziman, ev yek nîşaneyên destpêkê ye.
Weber xwest, dema Brîtanyayê ya derketina ji nava yekîtiyê ku weke 2 sal hatiye diyarkirin, bi cih bê anîn û ragihand, eger ev pêvajo salek be, wê çêtir be.
Di referandûma roja Pêncşemê ya li Brîtanyayê de ji sedî 51,9 ê gel biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê dabû. Li ser vê yekê Serokwezîr Davîd Cameron dabû xuyakirin, ku ew ê îstifa bike. Lê Cameron diyar kiribû, îstifaya wî wê ji meha Cotmehê û pê ve derbas bibe û xwest, serlêdana fermî ya derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê kesê bikeve cihê wî, bê kirin.