Li gerstêrka biçûk Ceresê ji texmînan kêmtir av heye

Pisporên Enstîtuya Astrofîzîk a Îtalyayê, wêneyên ji aliyê maşîna fezayî Dawn ve hatin şandin lêkolîn kirin û gihîştin wê encamê ku ava qeşagirtî ya li gerstêrka biçûk Ceresê, ji texmînan kêmtir e.

Bi qasî 130 herêmên ji deqa spî ya li Kratera Occaator a li gerstêrka Ceresê hatin lêkolînkirin.

Ev kar bi analîzên Înfrarot hat kirin. Li gorî tespîtên hatine kirin, piraniya deqên ji rengê vekirî ji sodyûm karbonatê pêk tên. Her wiha hat tespîtkirin ku li van hereman di rêjeyeke biçûk de mîneralên sîlîkat û anonyûm karbotan jî hene.

Li gorî vê lêkolîna li kovara Natûre hat weşandin, Kratera Occator xwedî rêjeya herî mezin a sodyûm karbotan a li nava Sîstema Rojê ye. Mîna lêkolînên beriya niha, rola xwê ya di avabûna vê kraterê de hat piştrastkirin.

Di lêkolînê de hat ragihandin, karbonatên li ser rûyê vê kraterê, tevlî ava li nava vê kraterê bûye û derketiye jorê. Hat destnîşankirin, ku ava li ser rûyê Ceresê stabîl nîne û derhal dikele.

Li gorî lêkolînê, li tebeqeyek jêrê rûyê erdê yê vê gerstêrkê, rêjeya avê ji sedî 30 heta 40'î ye. Rêjeya kevir û xwê jî gelekî zêde ye.