Hate ragihandin ku kampanyaya ji aliyê karkerekî bi navê Patrîck Crîjns û bêkarekî bi navê Peter van Wimeran 1’ Hezîranê ji bo referandûmê hatiye destpêkirin, ji bo pêşkêşkirina Meclîsa Nûneran gihiştiye hejmarek têrker a îmzeyan.
Tê diyarkirin ku piştî 23’yê Hezîranê referandûma li Brîtanyayê kampanya rastî eleqeyek hê mezintir hatiye û hema hema tevahî îmzeyan jî di vê demê de hatine berhevkirin.
Pêşengên kampanyayê Crîjns û Wîjmeren ên ku kampanya bi gotina “Derketina ji Yekîtiya Ewropa li gor berjewendiyên Hollanda ne” bi rê ve birin, li ser malpera facebook’ê jî xwe gihandin 37 hezar û 500 endamî.
Meclîsa Nûneran ku baskê jêr ê Parlamentoya Hollanda ye, pêşniyara siyasetmedarê dijî Îslam û Yekîtiya Ewropayê Geert Wîlders ya ku duh ji bo referandûmê anîbû, li beramberî 14 dengan bi 124 dengan red kir.
Wê pêwîst bike ku îmzeyên ji bo referandûmê ji gel hatine berhevkirin ji aliyê wekîlan jî li ber çavan bên girtin.