Fellûce ket bin kontrol artêşa Iraqê

Artêşa Iraqê û Hêzên Gel ên Dildar, çeteyên DAIŞ'ê ji bajarê Fellûceyê ku navenda îdarî ya wîlayeta Enbarê ye derxistin û bajar kontrol kirin. Li gorî daxuyaniya berdevkê hêza antî terorê ya Iraqê, li bajêr çete nema ne.

Berdevkê hêza antî terorê ya Iraqê Sebah Nûman daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ji duh ve navenda bajarê Fellûceyê bi temamî di bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê de ye. Berdevk da xuyakirin, taxa dawî jî hatiye rizgarkirin û kontola bajêr niha di destê hêzên Iraqî de ye.

Ji Navenda Koordînasyona Artêş û Hêzên Ewlekariyê ya Iraqê Elî Bedrî jî got, "Polîsên Federal û hêzên dildar îro şaredarî û navenda bajêr xistine bin kontrola xwe. Piştî ku pira El Mark û taxa Golan jî ketin bin kontrola hêzên me, li bajarê Fellûceyê kes ji DAIŞ'ê nema."