Kleemann: Gorleben ji bo depokirina avêtiyên nukleerî ne cihekî rast e

Li Elmanyayê, xebatên ji bo tespîtkirina cihê depokirina aêtiyên nukleerî dewam dikin. Hat ragihandin, 'eger bi awayekî adil were nirxandin' wê Gorleben li derveyî alternatîfan be.

Jeolog û endamê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsa Federal Ûlrîch Kleemann ji rojnameya Rheîn-Zeîtûngê re axivî û diyar kir, ji bo depokirina avêtiyên nukleerî, herêma Salzstock Gorleben a eyaleta Nîedersachsenê, ku bi salan e nîqaş li ser tê kirin, ne cihekî rast e. Kleemann da xuyakirin, ji bo tespîtkirina cihê depokirina avêtiyan, pêwîste daneyên zanistî li ber çavan werin giritn û destnîşan kir, di encama 'nirxandineneke adil' de wê Gorleben li derveyî alternatîfan bimîne.

Kleemann da zanîn, ji bo depokirina avêtiyên xwedî aktîvîteya bilind a radyasyonê, gelek cihên guncaw li Elmanya hene û anî ziman, Gorleben, li derveyî van cihên guncaw in.

Komîsyona Lêkolînê ya ji aliyê Meclîsa Federal a Elmanya ve hat avakirin, di sala 2014'an de krîterên li ser cihê depokirina avêtiyan diyar kiribû, lê eşkere nekiribû wê li kîjan eyaletê ev avêtî bên depokirin.

Tevî santralên nukleerî yên li Elmanyayê, madeyên ji ber mayî yên radyoaktîf ên li bajarê Le Hagûe yê Fransayê ji nû ve dihatin bikaranîn, li Gorlebenê dihatin bicihkirin. Ev avêtî bi rengekî demî li vir tên depokirin. Ji bo çêkirina navendeke nû ya depoyê, ku karibe bi hezaran salan van avêtiyên nukleerî veşêre, ji sala 1983'an û vir ve plan tên kirin.

Lê belê tê zanîn, rewşa jeolojîk a herêmê, ji bo veşartina van avêtiyan bi hezaran salan, ne guncaw e. Bi salan e li hemberî avêtiyên li herêmê tên bicihkirin, çalakiyên mezin ên protestoyî tên lidarxistin.