Hejmara penaberan kêm bû

Par bi qasî mîlyonek penaberan xwe li Elmanyayê girtibûn. Hat ragihandin, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 123 hezar penaber hatine vî welatî.

Hejmara penaberên tên Elmanyayê, ji Adarê û vir ve gelekî kêm bûye. Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Polîsê Federal ê Elmanya ve hatin weşandin, hejmara penaberên di meha Hezîranê de xwe gihandine Elmanyayê 4 hezar 900 e. Bi vî rengî hejmara penaberên ji 1'ê Çileyê û vir ve hatine vî welatî bû 123 hezar 600.

Balkêş e, bi taybetî ji meha Adarê û vir ve hejmara penaberên tên, kêm bûye. Hejmara penaberên hatin Elmanyayê, di meha Çileyê de 64 hezar 700, di meha Sibatê de 38 hezar 600 bû. Ev hejmar di meha Adarê de daket 5 hezar 500 kesî. Di meha Nîsanê de 5 hezar 490, di meha Gulanê de jî 4 hezar 470 bû.

Ji bo kêmbûna hejmara penaberên tên Elmanyayê, girtina deriyên sînor ên welatên Balkanan weke hinceta herî girîng tê nîşandan.

Par bi qasî mîlyonek penaber hatibûn Elmanyayê. Di meha Îlonê de rojane 10 hezar penaber dihatin.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) ve di meha bihurî de hatin weşandin, heta dawiya meha Gulanê 310 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Hat ragihandin, ku penaberên par hatibûn lê serlêdan nekiribûn, ji ber ku îsal serlêdan kirin, hejmara serlêdanan ewçend zêde bû.