Li Hîndîstanê, pirsgirêka mûçeyê 10 mîlyon karmendan çareser bû

Li Hîndîstanê ku duyemîn welatê herî mezin ê cîhanê ye, di mijara zêdekirina mûçeyê 10 mîlyon karmend û teqawîtbûyan de li hev hat kirin.

Ji bo karmendên li saziyên federal dixebitin, piştî 8 caran mûçe bi rêjeya ji sedî 24'an hat zêdekirin.

Li Hîndîstanê ku 1,3 mîlyar nifûsa xwe heye, bi mîlyonan karmend li saziyên federal dixebitin. Her wiha bi mîlyonan mirovên teqawît bûne hene. Zema li mûçeyên wan herî dawî berî 8 salan hatibû kirin.

Wezîrê Maliyeyê Arûn Jaîtley di civîna çapemeniyê de ragihand, ku ji bo karmendan 'zemeke dîrokî' hatiye kirin. Li gorî vê yekê, wê mûçeyê karmendan ji 1'ê Çileya 2016'an û pê ve ji sedî 23,6'an zêde be.

Li gorî hesaban, ev zem wê barê budçeya federal a Hîndîstanê ya ji 263 mîlyar euroyî, 14 mîlyarên din girantir bike.

Herî dawî di dema desthilatdariya Kongreya Neteweyî ya Hîndîstanê de, di sala 2008'an de ji sedî 40 ê mûçeyê karmendan hatibû zêdekirin.