BKA: Dibe ku rêxistinên nû yên terorê yên rastgir peyda bibin

Li Elmanyayê, di nava du salên dawî de hem hejmara penaberan zêde bû, hem jî êrîşên li dijî biyaniyan. Fikar hene, rêxistinên nû yên terorê yên rastgir derkevin holê.

Serokê Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) Holger Munch li ser sûcên kesên rastgir dikin agahî da û ragihand, kesên beriya niha qet nêrîneke wan a rastgiriyê tinebû, tevlî van gunehan bûne.

Munch da zanîn, hêzên rastgiriya tund, mijarên koç û penaberiyê bi kar tînin, bi saya vê yekê mirovên ne alîgirê şîdetê ne jî ber bi aliyê xwe ve dikişînin û işaret bi xeteriya radîkalbûyînê kir.

Li gorî Serokê BKA, pêkan e ji nava komên rastgir ên tund, hin rêxistinên terorê yên nû derkevin holê. Munch di vî warî de mînaka Rêxistina Binê Erdê ya Nasyonal Sosyalîst (NSU) mînak nîşan da, ku di navbera salên 2000 û 2007'an de 10 kes qetil kir. Serokê BKA destnîşan kir, ku ji bo rêxistinên bi vî rengî dernekevin holê, ew tedbîran digirin.

Munch diyar kir, li hemberî hin komên tund ên gefa terorê dixwin, ew ketine nava tevgerê.

Li gorî daneyên BKA, par 1.031 carî li hemberî wargehan êrîş hatine kirin. Ji destpêka vê salê ve jî 568 caran êrîş hatine kuştin.